Zarokên Efrînê tevî derfetên kêm bi hunerê re mijûl dibin 2018-12-15 09:06:50   Lîlav Elî    ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku terka xeyalên xwe nakin tevî derfetên kêm bi hunerê mijûl dibin û stranên xwe yên hêviya azadiyê bi hev re dibêjin.   Çar xwişk û birayên hevdû Sîdra Elo, Edem Elo, Hesen Elo û Muhemed Elo yên niha li Gundê Uh Huş ê Şehbayê bi cih bûne tevî derfetên kêm dev ji hunera xwe bernedane û sitranên derbarê Efrînê de bi dilekî hevpar dibêjin. Hestên xwe bi muzikê rave dikin û dibêjin:"Em hesreta xwe ya Efrînê bi sitranên xwe tînin ziman."   'Ez niha sitranên li ser Efrînê dibêjim'   Sîdra Elo da zanîn ku dema ew sitranan dibêje xwe bextewar hês dike û wiha got:"Ez gelekî ji muzîkê hez dikim. Dema ku em bi zorê ji Efrînê hatin koçberkirin ez gelek xemgîn bûbûm. Ez niha sitranên li ser Efrînê dibêjim. Çimkî em hemû zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û em dîsa vegerin ser axa xwe."   'Ez dixwazim zarokên din jî fêrî lêdana ûdê bibin'   Muhemmed Elo bi lêv kir ku ew dixwaze hemû zarok bikaribin xeyalên xwe pêk bînin û wiha got:"Erdogan bi êrîşên li ser Efrînê xwest ku hemû zarokan qetil bike. Lê me xeyalên xwe terk nekirin. Niha em dîsa bi hunera xwe mijûl in. Ez li ûdê dixim bira û xwişkên min jî li tenbûr, keman û derbûqayê dixin. Ez dixwazim zarokên din jî fêrî lêdana ûdê bibin. Bila hemû zarok hîn bibin û sitranên xwe bi awayekî azad bibêjin."   'Ez her dem sitranên li ser Efrînê dibêjim'   Hesen Elo got:"Xwesteka min ew e ku ez careke din dîsa vegerim Efrînê û ez bibim şahidê rizgarkirina Efrînê. Loma her dem ez sitranên Efrînê dibêjim."   'Em zarok ne zilmê bextewariyê heq dikin'   Edem Elo jî wiha got:"Em hesreta xwe ya Efrînê bi sitranên xwe tînin ziman. Em dixwazin hemû zarok bi awayekî azad û di nava aştiyê de sitranên xwe bibêjin. Em zarok ne zilmê bextewariyê heq dikin."