Li Rihayê 5 kesên piştgirî dan gireva birçîbûnê hatin girtin 2018-12-15 08:52:48   RIHA - Li Rihayê bi hinceta destek dane greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 kes hatin girtin.    Li Rihayê polîsan avêtibû ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'ê ya bajêr û kesên ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ketibûn gireva birçîbûnê hatibûn binçavkirin.   Ji 47 kesên hatin binçavkirin Osman Kiliç, Cemîle Dagtekîn, Mehmet Altûndag, Osman Aydogdû, Mehmet Şahîn 3 kesên navê wan nehat hînbûn piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan û 39 kesên din jî sewqî edliyeyê hatin kirin.   Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin Hevserokê DBP'a Bajêr Bekîr Karakeçîllî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê", dayikên aştiyê Selvî Otunç û Hadle Ogûr û Şukru Tûrgût û Mehmet Alî Oba jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin girtin û kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.