Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) pakrewanên xwe oxir kirin 2018-12-14 17:22:47   MEXMÛR - Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevêdin a balafirên tirk de jiyana xwe ji dest dan kom bûn. Girseyê beriya merasîmê ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, meş li dar xist.   Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevêdin a balafirên tirk de jiyana xwe ji dest dan kom bûn. Girseyê beriya merasîmê ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, bi dirûşman dest bi meşê kir û bêdengiya welatên navneteweyî şermezar kir.   Bi hezaran şêniyên Mexmurê ber bi NY’ê ve meşiyan   Girseya gel a ku li ber avahiya Navenda Çanda Mexmûrê kom bû, ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve dest bi meşê kir. Di meşa ku bi hezaran kes tevlî dibin de, bê navber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin .Di meşê de her wiha alên HPG, PKK û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Herwiha heyetek ji  Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî tevlî meşê bû.   Bêdengiya navneteweyî hat şermezarkirin   Piştî meşê li ber avahiya Nûnertiya NY’ê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve hat xwendin wiha ye: “Em weke gelê penaber ê Mexmûrê êrîşa ku li ser nirx û hebûna me pêk hatî û 4 hemwelatiyên me şehît ketin, hemû hêzên li hemberî vê bûne bêdeng dimînin û hevkarên van kiryaran şermezar dikin. Bi konseptekê êrîşên hemwext pêk anîne, dewleta dagirker li her qadeke ku kurd serkeftin û destkeftiyan bidest dixin, êrîş dike. Ev êrîşa li ser Mexmur û Şengalê xweranegirtina dewleta tirk a li hemberî hêza gelê kurd e. Em van êrîşan şermezar dikin"   Piştî daxuyaniyê girseya gel vegeriya Navenda Çand û Hunerê û cenazeyên 4 şehidan ber bi goristana şehîdan ve birin. Şehîdên Mexmûr bi awayekî Girseyî û bi dirûşmên ~Şehîd namirin", "Bimire dagirkerî"  hatin Oxirkirin.