Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Wanê de girtin 2018-12-14 10:14:49   WAN - Li Wanê, 10 kesên li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê, di serdegirtina avahiya HDP'ê ya di saetên serê sibê de hatin binçavkirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, dest pê kir, di roja 37'an de berdewam dike. Li  Wanê bi armanca xwedî derketina çalakiya Guven koma 4'emîn greva birçîbûnê dewr girtibûn. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya HDP'ê ya Bajêr de girtin û 10 kes greva birçîbûnê dewr girtibûn, binçav kirin.    Kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne:"Selahattin Genco, Seher Ataş, Metin Sulin, Abidin Yavuz, Nuri Erol, Rojbin Çetin, Kenan Şan, Mehmet Emin Aydin, Fatma Bor ve Cengiz Yerlikaya.