Jinên Kobanê: Gefên dewleta Tirk bê wate ne 2018-12-14 09:16:51   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji kantona Kobanê li dijî gefên dewleta tirk bertek nîşan dan û dan diyarkirin ku gefên Erdogan bê wate ne û wê dewleta Tirk jî tu carî nikaribe êrîşî axa Kobanê bike.   Gelê Kobanê bi diruşma 'Gefên Erdogan Ji nûkirina DAIŞ'ê ye û avakirina Osmanliyeke Nû Ye' li dijî gefên Erdogan meş li dar xist. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em dev ji axa xwe bernadin û em ê li dijî dagirkeran heta dawî li berxwe bidin."   'Erdogan ditirse desthilatdariya wî têk biçe'   Jina bi navê Leyla Ebdo diyar kir ku serokê Turkiyê pergala bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo xwe metirsyekê dibîne ji bo vê jî her tim rojeva wî êrîşkirine  û wiha domand: "Di roja îro de tu kes piştgiriya me nake, ji xwe tu kesî jî nekir. Her tim dewlet li gor berjewendiyên xwe nêzî gelê kurd bûye. Bûyerên ku em îro dijîn jî vê yekê îsbat dikin. Ji bo vê jî yekîtiya gelê kurd û gelên herêmê gelek girîng û pêwîst e. Ji xwe ev yek heta astekê pêk hatiye, ji ber vê jî ev gav, ango yekîtî dewleta Tirk ditirsîne.Lewra jî rêxstibûyîn û pêşketinên me yên di nava herêmê de Erdogan ji xwe re wekî gef dibîne. Ew ditirsin ku gelê Tirkiyê jî bandor bibe û li dijî faşîzma Erdogan serî hildin û pergala wî têk bibin."   'Dewleta tirk dixwaze kiryarên xwe yên qirêj veşêre'   Her wiha endama hêzên Asayîşa Kobanê Nîroz Omer diyar kir ku ew ji bo parastina gelê xwe amade ne û got: "Daxuyanî û axaftinên dewleta Tirk yên di demên dawî de hemû piropoganda ne. Ew ê nikaribe tu carî gavekê jî bi aliyê Kobanê ve bavêje. Dewleta tirk dixwaze kiryarên xwe yên qirêj veşêre. Em ê jî weke hêzên asayîşê li dijî gefên Erdogan bisekinin. Em tu carî rê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê."   'Gel şervan in, şervan jî gel in'   Di heman demê de Zehra Cezayir jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Kiryarên dewleta Tirk û gefên wê ne nûne. Ew dixwaze bi van gefên xwe me bitirsîne da ku em axa xwe terik bikin. Lê em weke jinên Kobanê, kal, pîr û heta zarok jî em heta dawiyê dibêjin ji dagikeriyê re na. Biryara me berxwedan e. Gel şervan in, şervan jî gel in û heta dawî li dijî hemû êrîşan em ê li berxwe bidin."   'Divê Rêjîm helwesta xwe diyar bike'   Herî dawî jî Wedha Mislim bal kişand li ser bêdengiya rêjîmê ya li hember gefên dewleta Tirk û wiha got: "Erdogan her dem gefên xwe nû dike. Divê rêjîm jî helwesta xwe bi rengekî cidî nîşan bide. Heger bertekên xwe nîşan jî nede, ev tê wateya ku rêjîm jî alîgirê Tirkiyeyê ye û ew bi destên xwe axa xwe teslîm dikin."