Avşîna yek salî li girtîgehê nayê dermankirin 2018-12-14 09:13:40   MÊRDÎN - Avşîn ya yek salî ku bi dayika xwe Hulya Usanmaz re li girtîgehê dimîne, di bin çermê serê wê de tumor heye. Avşîn ya divê ji sê mehan carekê bibin nexweşxanê di girtîgehê de tê hişitin û  di şertên girtîgehê de derfetê dermankirinê tune ye.   Hulya Usanmaz ya li navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijiya bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin û ji doza jê dihat darizandin 6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û şandin girtîgehê. Hulya ku Hevserokatiya HDP’a Artuklu dikir, sê zarokên wê hene. Hulya du hefteya berê de şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û neçar ma keça axwe ya yek salî Avşînê jî bigire cem xwe. Lê Avşîn nexweşiya wê ya giran heye û di bin çermê serê wê de tumor heye. Ji ber vê nerehetiyê divê bê dermankirin lê di şertên girtîgehê de ev dermankirin ne pêkan e.   Ji 3 mehan carê ji bo dermankirinê dibin Edeneyê   Hulya ku 15 roje bi keça xwe re li girtîgehê ye bi hevkariya parêzer û malbata xwe peyamek şand û ji bo keça xwe banga hestiyariyê kir. Hulyayê bi lêv kir ku Avşîn ji 3 mehan carê ji bo dermankirinê dibirin Edenê û herî dawî du meh berê birine nexweşxaneyê û divê ku bê dermankirin. Hulyayê diyar kir ku niha keça wê li girtîgehê tenê bi şurubên tên dayîn derman dibe. Di dawiya peyama xwe de bi lêv kir ku ji bo dermankirina keça xwe wê daxwaznameyê bide îdareya girtîgehê û got keça wê ji niha de nerehet bûye û di ruyê wê de werimîn derketiye holê.