Gelê Qamişloyê gefên Erdogan bi meşekê şermezar kir 2018-12-14 08:28:27   QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê li dijî gefên Erdogan meşek hat lidarxistin.   Bi dirûşma "Ji terora Erdogan re na" bi pêşengtiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê li dijî gefên Erdogan meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi sedan endamên sazî û dezgeyan û gelek şêniyên Qamişloyê beşdarî meşê bûn.    Meş ji statoya Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Dirûşmên "bijî serok Apo" "bijî berxwedana Rojava" "na ji terora erdogan re", "bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Her wiha alên Kongreya Star YPG, YPJ'ê û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.Meş li ber deriyê Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Taxa Xerbî sekinî.   Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl daxuyanî xwend. Şaha Xelîl got:"Em wek netewên Rojava yê Kurdistanê dest bi dest bi hev re ne. Heta ku Kurdek li ser rûyê cîhanê hebe dê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bidome."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Ji dagirkeriyê re na" bi dawî bû.