Li dijî gefên Erdogan li Kobanê meş hat lidarxistin 2018-12-13 17:11:17   KOBANÊ - Bi hezaran kes bi dirûşma "Gefên Erdogan ji nû ve avakirina DAÎŞ'ê û avakirina osmaniyeke nû ye" li dijî gefên Erdogan ên li ser Rojava meş li dar xistin.   Bi hezaran kes bi dirûşma "Gefên Erdogan ji nû ve avakirina DAÎŞ'ê û avakirina osmaniyeke nû ye" li dijî gefên Erdogan ên li ser Rojava meş li dar xistin. Endamên hemû sazî û dezgeyan, endamên Rêveberiya Xweser û hezaran kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "DAÎŞ Erdogan e", "Em ê li dijî faşîzmê li berxwe bidin" hat berzkirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yusuf axivî. Dilberê diyar kir ku kesên ku li hember serkeftin û destkeftiyên gelê Kurd disekinin dê her têk biçin.    Meş bi dirûşma "DAÎŞ Erdogan e" bi dawî bû.