Endamên Kongreya Star dest bi gireva birçîbûnê kirin 2018-12-13 16:52:04   ŞEHBA - Endamên Kongreya Star ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li Şehbayê dest bi gireva birçîbûnê kirin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Endamên Kongreya Star ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li Şehbayê dest bi gireva birçîbûnê kirin. 60 jinên endamên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêvebariya Xweseriya Demokratîk dest bi gireva birçîbûnê kirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Haşim, Endama Kongreya Sta Hesna Hesen, Endama Meclîsa Babînsê Meyade Erebo, Dayika sê berxwedêran Hacer Miho, Endama Meclîsa Malbatên Şehidan Sureya Hebeş axaftin hat kirin. Di axaftinan de hat gotin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîdkirina hemû jinan e û hat gotin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê her hewldan bidomin. Piştî axaftinan stranên şoreşgeriyê hatin gotin.   Ew ê çalakiya gireva birçîbûnê sê rojî bidome.