Hejmara kesên di qezaya trenê de jiyan xwe ji dest dan derket 9'an 2018-12-13 15:02:26   ENQERE - Derberê qezaya trenê ya li Enqerê pêk hat de, bi hinceta qisûr kirine, sê personelên TCDD hatin binçavkirin.    Trêna bi Lez (YHT) a sefera Enqere û Konyayê dikir li Rawestgeha Marşandiz a girêdayî navçeya Yenîmahalleyê li pira serbihûr qelibî. Di encama qezayê de du vagon wergerîn, beşek pire jî bi ser vagonan de hilweşiya, 3 jê makînîst 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 47 kes jî birîndar bûn. Bi hinceta qisûr hat dîtin, 3 personelên TCDD hatin binçavkirin.      Hat diyar kirin ku lêpirsîna dozger û ewlekariyê ya derbarê bûyerê de berdewam dike.