Greva birçîbûnê ya Girtîgeha Buryanê koma 3'emîn dewir girt 2018-12-13 14:36:13   KAYSERÎ - Greva birçîbûnê ya Girtîgeha Buryanê ya ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, koma 3'emîn dewir girt   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven girtiyên Girtîgeha Buryanê jî ketibûn greva birçîbûnê. Greva birçîbûnê ya Girtîgeha Buryanê ya ku ji aliyê 20 jin û 30 mêrî hatibû destpêkirin, koma 3'emîn dewir girt. Hat diyarkirin ku girtiyên binavê Şefika Bilici û Bedrettin Hasar ên ku ketin greva birçîbûnê bi tehdîdên rêveberiya girtîgehê yên wekî em ê mafên we yên telefonê ji destên we bigirin, hevdîtina we û hilmsitendina we qedexe bikin, rû bi rû dimînin.