Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2018-12-13 14:08:47   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 772’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Prz. Cengiz Yureklî, Serbay Koklu û Muharrem Şahîn bi boneya bi muwekîlên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bikin cara 772’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin