'Êrîşên li dijî greva birçîbûnê sûc in divê daxwaz demildest bên qebûlkirin' 2018-12-13 14:00:09   AMED - Endama  MYK'a HDP'ê Zubeyde Zumurt bi derbkirinê binçavkirina çalakgerên greva birçîbûnê şermezar kir û wiah got: "Ne greva birçîbûnê, êrîşên li dijî wê sûc in. Bila demildest daxwqaz bên qebûlkirin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê,  derbarê binçavkirina çalakgerên ku  li dijî  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 35 roj e di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de berdewam dike, ketin grevê daxuyaniyek da.  Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayîn de, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan jî tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî di bin dorpêça wesayitên zirxî û polîsan de hat dayîn.    'Daxwazên mirovî nayên qebûlkirin'   Endama MYK'a HDP'ê Zubeyde zûmrut diyar kir ku ew vê daxuyaniyê di heman demê de li ser navê Navenda Giştî ya DHP'ê jî didin  û bertek nîşanî binçavkirina çalakgerên ketin gereva birçîbûnê yên li bajarên din jî da. Zubeyde diyar kir ku tişta tê kirin li dijî mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: " Daxwaza çalakgeran mirovî ye. Lê tirkiye vê daxwazê qebûl nake." Zubeyde diyar kir ku kesên hatine binçavkirin bi erdê re hatine kaşkirin û tundiya polîsan a li dijî çalakgeran şermezar kir.    'Divê daxwaz bên qebûl kirin'   Zubeyde di berdewamiyê de wiha  got: "Êrîşek dijmirovî ye. Li tu welatan ev êrîş pêk nayên  lê li Tirkiyeyê pêk tên .Tikriye êrîşî mafên mirovan dike. Em vê qebûl nakirin. Daxwazên Leyla Guven ne yên ji rêzê ne. Leya ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Oclana bedena xwe ji mirinê re raxist. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne jî. Bila demildest ev daxwaz bên qebûlkirin."   'Greva birçîbûnê ne sûc e'   Zubeyde diyar kir ku ew ji bo daxwazên Leyla bên qebûl kirin ketine grevê û ev tişt got: "Ev mafê demokratîk bi tundiyê tê pêşwazîkirin. Di pêvajoya çareseriyê de AKP bi birêz Abdullah Oclan re hevdîtin kir. Greva birçîbûnê ne suc e. Divê ku tecrîd bê rakirin. Êrşên li dijî çalakgeran hatin kirin suc in."   Navê kesên ku li Muduriyeta Emniyetê di bin çavan de ne wiha ye: Sakîne Karadenîz, Mehdiye Kartal, Sertîp Yetîş, Murat Kiliç, Hasan Oyan, Savaş Babur, Tevfîk Kaçar, Mehmet Yaman, Latîf Emînoglu, Nazim Ocal, Mehmet Şîrîn Karakaş, M. Şîrîn Daşlik, Giyasettîn Duman, Mensur Ekdemîr, Ahmet Balci, Kenan Kaydul, Velî Mutlu, Fatîh Kağan Arslan, Fesîh Balbey, Kemal Baran, Salîh Peksoy, Medenî Hazar, Mehmet Ateş, Hayrî Etyemez, Mehmet Alî Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahrî Kaplama, Sabahattîn Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahîn Kabaîş, Alîşan Bînen, Mehmet Abîdîn Kahraman, Alî Yilmaz ve Nurettîn Bakan.