Aktîvîsta Îngilistanî ji bo piştgiriyê bid Leyla Guven dest bi grevê dike 2018-12-13 12:44:26   ENQERE - Aktîvîsta Mafên Mirovan a 87 salî ya endama Baroya Îgilistanê Margaret Owen, ji bo piştgirî dayîna çalakiya Leyla Guven a 37 rojin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan di greva birçîbûnê deye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike.    Aktîvîsta Mafên Mirovan a 87 salî ya endama Baroya Îngilistanê Margaret Owen, ji bo danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bişopîne ji Îngilistan hat Tirkiyeyê û destûr nehat dayîn ku beşdarî danişînê bibe, çavderiyên xwe  yên derbarê Tirkiyeyê de bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. Owen, diyar kir ku Tirkiye niha tenê di şevreşan de najî, di haman demê de di taritiyek bê binî de dijî.   Owen, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Geven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî dest pê kirin û wiha got: “Nêzî 15 salane têm Tirkiyeyê. Ez tim li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatim. Ji bo ku şanoyên dibin navê operasyonên KCK’ê de temaşe bikim hatim û ji bo danişînên darizandinên bêhiqûqî yên parlementerên HDP’ê bişopînim gelek caran hatim Tirkiyeyê. Ji ber ku parazvanên mafên mirovame, li gelek welatên cîhanê geriyam. Min gelek danişîn û bûyerên civakî şopandin. Lê min tu daraz mîna ya Tirkiyeyê alîgir neditiye. Pêkanînên dij demokratîk ên li Tirkiyeyê, min tu deverên cîhanê nedîtin. Pêvajoya ku Tirkiye têre derbas dibe, ji bo gelên Tirkiyeyê pir zor û zehmete. Tirkiye niha tenê di şevreşan de najî, di haman demê de di taritiyek bê binî de dijî.”   'Dibe ku bimirim jî lê Leyla Hîn ciwan e'   Owen, anî ziman ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman ji bo aştiyek manyîn de pêk were, divê Abdullah Ocalan bê berdan. Teqez divê Ewropa PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe. Dîsan divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Niha em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Leyla Guven 54 saliye û 87 salîme. Ez ji bo Leyla Guven dua dikim. Ji bo ku tiştek bi wê neyê ez dua dikim. Piştî Noelê ezê ji bo Leyla her 10 rojan carekê bikevim greva birçîbûnê. Ez li Îngîltereyê dest vê  çalakiya xwe bikim. Ez 87 salîme û dibe ku jiyana xwe ji dest bidim. Lê Leyla hîna ciwane. Ji bo Leyla gelek fikarên min hene. Ji bo ku Leyla çalakiya xwe ne veguhertine rojiya mirinê pir dua dikim.”