Rewşa girtiya nexweş Mevlude Başdaş giran dibe 2018-12-13 10:22:34   ÎZMÎR – Rewşa girtiya 61 salî Mevlude Başdaş a li Girtîgea Jina ya Şakranê ku ji sedî 86 astengdar e, xirab dibe.    Mevlude Başdaş a 61 salî, bi hinceta li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li Çiyayê Bagokê tev li çalakiya "mertalên zindî" bûye hat girtin û 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn, rewşa tenduristiya wê her diçe xirabtir dibe. Piştî cezayê Baştaş ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin, di Cotmeha 2018'an de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Jina ya Şakrana Îzmîrê. Girtiya bi navê Zîlan Karaaslan di 10'ê Cotmehê de nameyek ji ajansa me re şand. Zîlan di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û rewşa tenduristiya Mevlude. Zîlan, diyar kir ku di pêvajiya Rewşa Awarte de li girtîgehê gelek çalakî û fealiyetê wan hatine astengkirin, lê belê her çend dawî li Rewşa Awarte hatibe jî ev pêkanîn didomin. Zîlan, diyar kir ku ew nikarin çalakiyên sporê bikin û ev yek ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi inceta "mamosteyê sporê tune ye" tê astengkirin.    Zîlan di nameya xwe de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Dayika Aştiyê Mevlude Baştaş a 61 salî ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye. Zîlan diyar kir ku her diçe rewşa Baştaşê girantir dibe.    'Ez ê li vir bimirim'   Zîlan diyar kir ku Mevlude ji dil, gurçikên xwe nerihet e, şekir û tansiyon pê re heye û her wiha li girtîgehê astim jî lê peyda bûye. Zîlan di nameya xwe de got: "Ez û dayika Mevlude di heman qawîşê de ne. Rewşa wê nebaş e. Helbet moralê wê baş e, lê belê nerihetiya wê tesîrê lê dike. Wexta tesîrê lê dike, bikî nekî ev yek tesîrê li me jî dike. Ji bo moralê wê baş bibe em her roj rojê 1-2 saetan jê re romanan dixwînin. Ev yek li xweşa wê diçe. Wexta ew kêfxweş dibe em jî kêfxweş dibin. Çongên dayika Mevlûde diêşin. Hefteya borî dilê wê pir diêşiya. Ji me re digot 'ez ê li vir bimirim.' Jixwe nikare serê xwe bişo. Me naylonek ji kantînê kirî û em radixin erdê bi vî awayî serê xwe dişo. Li vir êdî çavekî wê nabîne. Em kincên wê dişon. Nikare bimeşe û tim li ser piya ye. Ji ber şekir pê re heye em pir baldar in. Berê ji gurçikek neqlî wê hatibû kirin, lê em niha nizanin erwşa wê çî ye. Hêla wê ya gurçik lê ye diêşe û dibêje dişewite. Tirsa me ew e ku gurçika wê sekinî be. Dayikeke nexweş û 61 yek salî nikare di girtîgehê de bijî. Divê li derve be. Divê bê tedawîkirin. Li vir heta ji destê me tê em lê dinerin. Malbata wê li Dêrika Mêrdînê dijî. Heta ew tên vir perîşan dibin. Li vir girtiyên nexweş û rewşa wan giran hene. Lê belê rewşa dayika Mevlude giran e."    Zîlan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê jî û got: "Moralê me baş e. Grevên birçîbûnê didomin. Ji bo 10 rojan ez jî ketim greva birçîbûnê. Niha em di roja 7'an de ne. Ev ji bo me hemûyan pir girîng e. Em bawer dikin em ê bi ser bikevin."