Jinên Wanê: Qeyûm naxebite û gel dixapîne 2018-12-13 09:11:12   WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin li gel ku li taxan gelek xebatên divê bike hene jî tu xebat heta roja îro nedaye destpêkirin û anîn ziman ku zarokên wan dema derdikevin kolanê di nava heriyê de digevizin, lambeyên kuçeyan pê nakevin û kuçe di nav heriyê de ne. Jinên ku bertek nîşanî qeyûm dan gotin ku kolanên wan jî ji ber ku teng in her roj dibin sedema qezayên trafîkê.      Jinên Wanê bertek nîşanî qeyûmê ku tayînî şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye kirin ku li taxa Suphan a navçeya Artemêtê ya Wanê tu xebatan nake dan û  gotin ku ew di nava heriyê de dijîn. Jinan diyar kir ku li gel wan serî li Şaredariyê dane jî ji pirsgirêka wan re tû çare nehatiye dîtin.    'Zarokên me di nav heriyê de dimînin'   Jina bi navê Zehra Karakaya diyar kir ku zarokên wan ji ber heriyê nikarin derkevin kolanê û ev tişt got: "Zarokên me ji ber ku nikarin ji heriyê derbas bin naxwazin biçin tu derê. Dema ku şaredarî di destê DBP'ê de bû ji bo xebatên li taxê hin gav hatibûn avêtin û hin amadekarî hebûn. Şaredariyê dixwest ku li jora taxê parkekê çêbike û pirojeyek wan a bi vî rengî hebû lê pitî ku qeyûm hat ev poroje sekinandin. Ji bo ku pirsgirêka me bê çareserkirin me serî li şaredariyê da lê tu çare nehat dîtin."   'Qeyûm dixapîne naxebite'   Zehra  got ku qeyûm gel dixapîne û wiha got: Qeyûm tenê li kolana mezin serrastkirin kir û ew jî ji ber ku rêya çêkirine teng e her roj qeza lê pêk tê. Dema ku wesayit qeza dikin parçeyên camên wan heta şaneşînên me tên. Li kêleka kolanê jî sereb heye. Divê ku dora wê bê hesin kirin lê nayê kirin. Gelaşê dirijînin serebê û ji ber wê bîhneke gelek xirab belav dibe. Em hevşaredarên ku me bi xwe hilbijartibûn dixwazin."   'Dema ku berf û baran dibare em nikarin'   Meryem Alagoz got ku li vê taxê jiyaneke wekî ya gund heye û ev tişt got: "Em li gund bimana ji bo me çêtir bû li gund qet nebe hêşnahî heye em li vir di nava heriyê de digevizin. Ne lambeyên kolanan pê dikevin, sereba ser wê vekirî nayê bgirtin û qezayê tirafîkê her roj pêk tên. Şaredariya qeyûm tu tiştekî nake. Em di 29'ê Adarê de hemû şaredariyên xwe paşve bigirin."    'Em her şaredariya xwe û ya qeyûm niqaş dikin'   Ji jinan Seyran Kuş jî got ku ew ji xebatên şaredariya qeyûm ne memnûn in û wiha dirêjî da axftina xwe: "Ger ku şaredariya me ya DBP'ê bûna ji pirsgirêkek biçûk jî mudaxele dikir. Lê şareariya qeyûm tu tiştekî nake. Tax nayê dermankirin. Em şaredariya xwe dixwazin."