'Divê tecrîd demildest bi dawî bibe' 2018-12-13 09:09:38   Lîlav Mihemed   SERÊKANIYÊ - Rêvebira Şaredariya Bajarê Serêkaniyê Nisrîn Selah destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû civak tên tecrîdkirin û wiha got:"Tecrîd ne çareserî ye. Berovajî vê pirsgirêkan kûrtir dike. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe."   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 2'ê Nîsana 2015'an bi heyeta Îmraliyê re ji 11'ê îlona 2016'an jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê li dozgeriya komarê ya Bursayê tê kirin jî bi hincetên cuda tên redkirin. Têkildarî mijarê de Rêvebira Şaredariya Bajarê Serêkaniyê Nisrîn Selah diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tenê bi destên Tirkiyeyê bi destên hêzên navneteweyî jî pêk tê û wiha got:"Armanca tecrîdkirina Rêber Apo ew e ku tenê ji berjewendiyên hêzên navneteweyî re xizmet bê kirine. Divê demildest ev nêzîkatiya li dijî tecrîdê bê guhertin."   'Rêber Apo îradeya milyonan e'   Nîsrînê got:"Dixwazin bi tecrîdê fikir û ramanên Rêberê me bidin jibîrkirin û koasa ku heye kûrtir bikin.  Rêber Apo îradeya milyonan e. Îradeya milyonan nikare bê tecrîdkirin. Rêberê me bi hewldan û fikrên xwe azadiya hemû cîhanê dixwaze. Yekî ku ji  bo azadiya hemû cîhanê hewl dide divê neyê tecrîdkirin."   'Divê tecrîd demildest bi dawî bibe'   Nisrînê herî dawî wiha got:"Tecrîd ne çareserî ye. Berovajî vê pirsgirêkan kûrtir dike. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Armanca tecrîdkirina Rêber Apo ew e ku tenê ji berjewendiyên hêzên navneteweyî re xizmet bê kirine. Divê demildest ev nêzîkatiya li dijî tecrîdê bê guhertin. Her wiha Rêber Apo di heman demê de ji bo azadî û mafên hemû jinên cîhanê li berxwe daye. Divê hemû jinên li cîhanê xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin."