Çîroka têkoşîna jiyanê ya du xwişkan 2018-12-13 09:07:51   Stêrvan Bêrîtan   QAMIŞLO - Du xwişkên bi navê Leyla û Emel Muhamed ku ji Şamê ji ber şer reviyan û li Efrînê bi cih bûn û piştre ji ber êrîşên li ser Efrînê hatin li Qamişloyê bi cih bûn gotin:"Em niha têkoşîna jiyanê didin da ku li ser piyên xwe bisekinin."   Leyla û Emel Muhamed ku li Şamê dijiyan û xwişkên hevdune piştî şerê li Şamê koçî Efrînê kirin û piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçî Qamişloyê kirin gotin:"Efrîn cihekî ewle bû lê bi êrîşên dewleta tirk ew aramî bi dawî bû û em mecbûr man ku derbasî Qamişloyê bibin. Niha em li vir têkoşîna jiyanê didin."   'Mala me hat hilweşandin'   Emelê wiha got:"Dema em li Şamê bûn mala me hat hilweşandin û em neçar man. Me koçî Efrînê kir û li wir jiyanek aram hebû. Piştî êrîşên li ser Efrînê em derbasî Qamişlo bûn û gelê Qamişloyê me hembêz kirin. Hevjînê xwişka min jî jiyana xew ji dest da. Niha ez, xwişka xwe û zarokên xwe bi hev re dijîn. Em li vir tevî derfetên kêm hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin. Em baweriya xwe bi şervanên xwe tînin ku ew ê Efrînê rizgar bikin. Em dixwazin Efrîn ji destên dagirkeran bê rizgarkirin."   'Niha em li vir têkoşîna jiyanê didin'   Leylayê jî wiha got:"Ez di 13 saliya xwe de hatim zewicandin. Niha keçek û du lawê min hene. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da malbata wî li min xwedî derneket. Ez hatim gel xwişka xwe û me piştgirî dan hevdu. Piştî şer em derbasî Efrînê bûn û li wir me jiyanek aram derbas kir. Em niha têkoşîna jiyanê didin da ku li ser piyên xwe bisekinin. Efrîn cihekî ewle bû lê bi êrîşên dewleta tirk ew aramî bi dawî bû û em mecbûr man ku derbasî Qamişloyê bibin. Niha em li vir têkoşîna jiyanê didin."