'JIN TV dengê jina azad û berxwedêr e' 2018-12-13 09:06:11   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Xebatkarên televizyona jinê yên JIN TV'yê anîn ziman ku ji bo jin xwe bi rengekî azad derxin pêş JIN TV gelek girîng e û gotin:"JIN TV dengê jina azad û berxwedêr e."   Derbarê weşana JIN TV'yê de xebatkarên JIN TV'yê diyar kirin ku ew bi dilxweşî dixebitin û gotin:"Jin bi hezar salane ku bi tundiyê rû bi rû dimînin. Bi JIN TV'yê jin dengên xwe didin bihîsin û li dijî zilm û zextan derdikevin."   'Her çîrokek jinê ya xwedî wate û kedek mezin heye'   Xebatkara JIN TV'yê Mîdiya Melek wiha got:"Bi hezar salan e ku bi çavekî biçûk mêr li keda jinê dinêre. Ji bo keda jinê derkeve pêş û bibe dengê jinan JIN TV gelek taybet û girîng e. Jinê bi vê sayê sînorên ku ji wan re hatiye xêzkirin hildiweşînin. Her çîrokek jinê ya xwedî wate û kedek mezin heye. Armanca me heye ku em çîroka serkeftinê ya jinê bi civakê bide bihîstin."   'JIN TV dengê jina azad û berxwedêr e'   Xebatkara JIN TV'yê Rodiya Hiso jî wiha got:"Xeyalên gelek jinan bi saya avakirina televizyona jinê JIN TV pêk hatin. Em dixwazin deng û rengê jinê derxin pêş. Di rêya Gurbeteli, Nûjiyan û Dilîşanan de em ê şopa xwe ya ji bo azadiyê bidomînin. Jin bi hezar salane ku bi tundiyê rû bi rû dimînin. Bi JIN TV'yê jin dengên xwe didin bihîsin û li dijî zilm û zextan derdikevin. JIN TV dengê jina azad û berxwedêr e."