'Tu carî nikarin gelê Kurd tune bikin' 2018-12-13 09:03:53   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin û wiha gotin:"Em zor û zehmetiyan nas nakin. Em ê têbikoşin û bi serbilindî vegerin Efrînê."   Jinên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew li hêviya vegera ji bo Efrînê ne û wiha gotin:"Em berxwedana serdemê bi berdewamiya têkoşîna xwe her zindî bihêlin."   'Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne'   Jina bi navê Zehîde Xelîl a ji Navçeya Şêrewa ye wiha got:"Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên hovane xwestin ku hêza jina Efrînê tune bike. Lê ew negihaştin armanca xwe. Em niha jî tevî derfetên kêm liberxwe didin. Em ê di riya şehîdên xwe de têkoşîna xwe ya jiyanê bidomînin. Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne. Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna şehîdên xwe  derkevin."   'Tu carî nikarin gelê Kurd tune bikin'   Nazliye Muhemmed a ji Gundê Şêx Xurzê jî wiha got:"Erdogan bi tank û topên xwe dawî li aramiya li Efrînê anî. Xwest îradeya Gelê Kurd bişkîne û gelê Kurd tune bike. Lê tu carî gelê Kurd tune nabe. Ji dîrokê heta niha gelê Kurd xwedî serîhildan û hêzeke mezin e. Em ê bi hêz û serîhildana xwe nehêlin ku dagirker bigihêjin armanca xwe. Tu carî nikarin gelê Kurd tune bikin."   'Em zor û zehmetiyan nas nakin'   Her wiha jina bi navê Qidiret Elî jî anî ziman ku baweriya wan tu carî bi dawî nabe û wiha got:"Em xwediyê wê baweriyê ne ku em ê rojekê teqez vegerin Efrînê. Em baweriya xwe bi şervanên xwe tînin. Em ê dîsa vegerin Efrînê û di bin siya zeytûnan de jiyana xwe bidomînin. Em zor û zehmetiyan nas nakin. Em ê têbikoşin û serbilindî vegerin Efrînê. Em ê berxwedana serdemê bi berdewamiya têkoşîna xwe her zindî bihêlin."