Greva birçîbûnê ya Dêrikê bi dawî bû 2018-12-12 17:15:21   DÊRIK - Çalakiya greva birçîbûna ya ji bo çalakiya grevê ya Leyla Guven li Dêrikê dest pê kiribû bi daxuyaniyekê bi dawî bû.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Dêrika Qamişloyê çalakiya grevê dabû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.    Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şadiya Omer hat xwendin. Şadiyayê wiha got:"Em wekî şagirtên ramanên azad ên Rêber Apo li dijî tecrîdê li berxwe didin. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê li berxwe bidin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.