TAJÊ bi daxuyaniyekê Nadîa Murad pîroz kir 2018-12-12 15:09:59   ŞENGAL -TAJÊ bi daxuyaniyekê Nadîa Murad pîroz kir.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nadî Murad a ku xelata aştiyê ya nobelê girtibû bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Jinên Kurd ên Êzidî li ser hîmên xweparastinê têkoşîna xwe ava kirine û ew ê vê têkoşînê heta dawî bidomînin.    Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Nadia Murad ji bo jinên Êzidî yên ku hatin kuştin û revandin bûye dengekî mezin û hat gotin ku dê bi seknek bi rûmet ev berxwedan bidome.