Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Dêrikê didome 2018-12-12 14:57:05   DÊRIK - Çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya grevê ya Leyla Guven dest pê kiribû didome.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li Bajarê Dêrika Kantona Qamişloyê bi pêşengiya PYD'ê û Kongreya Starê bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" greva birçîbûnê dest pê kiribû. Di roja duyam de didome. Ji 150 kesên ku ketine gireva birçîbûnê jê 100 jin in.    Li ser navê Kongreya Star a Dêrikê Hiba Genco axivî û got:"Heta ku gelê Kurd Rêberê xwe rizgar neke û govenda azadiyê negerîne dê dev ji têkoşîna xwe bernede."   Çalakî dê êvarî bi daxuyaniyê bi dawî bibe.