TJA'yiyên di bin çavan de sewkî edliyeyê kirin 2018-12-12 14:40:58   AMED - 23 jinên TJA'yî ku ji bo piştevaniya bi Leyla Guven re dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û ji tundiya polîsan hatin binaçvkirin sewkî edliyeyê hatin kirin.   Jinên aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Dayikên Aştiyê jî di nav wan de hene ji ber piştgirî dabûn çalakiya greva birçîbûn ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin  û di roja 34'an de berdewam dike, hatin binçavkirin karê wan ê li emniyetê bi dawî bû.    Ji 25 jinên ku  hatin binçavkirin Endama Meclisa Dayikên Aştiyê  Sultan Aksoy û Raahîfe Ergul, duh piştî îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan. 23 Jinên mayî jî sewekî Edliyeya Amedê hatin kirin.