Tevî binçavkirinan li Amedê dîsa greva birçîbûnê dest pê kir 2018-12-12 14:25:22   AMED-Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 35'an. Tevî binçavkirinan li Amedê dîsa greva birçîbûnê dest pê kir.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Tevî zext û binçavkirinan piştgiriya ji bo gereva birçîbûnê didome. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 10'Kanûnê de gireva birçîbûnê li Amedê dest pê kiribû û polîsan gelek kesên ku ketibûn greva birçîbûnê binçav kiribû. Îro bi daxuyaniya çapemeniyê greva birçîbûnê ya li Amedê dîsa dest pê kir. Rêvebirên HDP û DBP'ê, KCD, TUHAY-DER û TJA beşdar bûn.    Daxuyanî ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Wekî ku hûn dizanin, Parlamentera me ya Colemêrgê û Hevseroka KCD' ê brêz Leyla Guven li girtîgeha tîpa E ya Amedê 35 roje ji ber ku tecrîda li ser Brêz Ocalan protesto bike ketîye greva birçîbunê.   Leyla Guven, li hember tecrid, zilmê û polîtîkayê qirkirinê ket gireva birçîbûnê. Ji bo piştigiriya Leyla me li gelek bajaran dest bi greva birçîbûnê kir. Lê berê li Mêrsin u Riha yê, paşê jî Amed, Elih û li Wanê avêtin ser partîyên me. Bi sedan polîsan dayikên me yên ku ketibûn geva birçîbûnê bi erdê kaş kirin. Di bin navê lêgerînê da partîyen me hatin talankirin û pankartên me bi zorê ji dîwaran hatin danîn.    Ev mehek dawîye li Amedê dora partîya me ji alîyên polîsa ve bê sebep, bê huquqî hatîye dorpeçkirin. Ev bê hiqûqî li pêş çavên hemû kesan tê kirin. Piştî roja ku me starta hilbijartinên heremî daye, her roj bi ser partiya me digirin û gefan li rêveberan didin xwarin.   Ji ber ku dizanin ger hilbijartinek hiqûqî pêk were dê hemû şaredariyên ku ji aliyê qayyim ve hatiye xespkirin paşve bê girtin. Bi vî awayi dixwazin ku tirsê bidin avakirin.    Jinên TJA'yê jî hatin binçavkirin. Ew ji hêza jinan ditirsin. Em ê li dijî hemû zilmê serî netewînin û li berxwe bidin.