Li Wanê greva birçîbûnê dîsa dest pê kir 2018-12-12 12:59:55   WAN - Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Wanê dîsa gireva birçîbûnê hat destpêkirin.    Li Wanê bi daxuyaniyekê Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dîsa gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Hevserokên HDP'ê yên bajarê Wanê Yadişen Karabulak, Umit Dede, Hevseroka DBP'ê yên Wanê Ayla Tarhan, Dayikên Aştiyê, Nûnerên KCD'ê, Rêveberên TUHAY-DER'ê û hevserokên ku dewsa wan qayyim hatin tayinkirin beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Şaredariya Artemitê, Rojbin Çetin a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin wiha got:"Leyla Guven ji bo aştî û azadiyê û ji bo tecrîd bi dawî bibe bedena xwe da ber birçîbûnê. Ji bo em piştgiriyê bidin vê çalakiyê me jî gireva birçîbûnê da destpêkirin lê êrîşî me kirin û hevalên me kirin bin çavan. Lê em ê tevî hemû zextan piştgiriya xwe ya ji bo girevê bidomînin."   Her wiha tevî dorpêçkirina polîsan gel çalakvanên ku piştgiriyê didin gireva birçîbûnê ziyaret dikin.