Sebahat Tuncel ji ber piştgiriya Leyla Guven kir hat cezakirin 2018-12-12 11:29:35   ENQERE - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re 10 rojan ket greva birçîbûnê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi cezayê ku divê 10 mehan tevli çalakiyan nebe û cezayê disiplînê hat cezakirin.   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji bo ku piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka Kongreya  Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi gereva birçîbûnê kir û çalakiya wê di roja 35'emîn de berdewam dike, bi 10 jinên girtî re ji bo 10 rojan greva birçîbûn dabû destpêkriin.  Sebahat bi nameyek ku ji derve re şand diyar kir ku ji ber çalakiya ku pêk anî derbarê wê de cezayê ku divê 10 mehan tevli çalakiyan nebe û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.   'Ew jî dizanin ku siyaseta cezakirinê bê encam dimîne'     Sebahat diyar kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê heta niha 9-10 mehan çalakiyên sporê lê ahtine qedexekirin, cezayê dîsîplînê lê hatiye birin  û wiha berdewam kir: "Hîn berî ku grev dest pê bikin lêpirsîn dîsîplînê kirin dewerê. Min got we bihşta ku em biqedînin çi eceleya we hebû. Zîhniyet heman zîhinyete derve an jî hundir ferq nake. Li her derê azadî tê pasîvîzekirin. Ew jî dizanin û pergala cezakirin tu encamê nade. Dizanin ku hêrsa me bû bibiryarbûna me zêde dikin."