Jinên Suryanî: Têkoşîna Leylayê tekoşîna hemû jina ne 2018-12-12 09:19:57   Rûken Goman   DÊRIK - Jinên Suryanî yên ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bûn gotin:"Têkoşîna Leylayê tekoşîna hemû jina ne."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li Ewropayê û li ser her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven belav dibe. Jinên Suryan ên ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya li Dêrikê bûn gotin:"Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Em heta dawî piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Leyla mînaka têkoşînek dîrokî ye. Em ê bi hêz û îradeya jinên wekî Leylayê faşîzmê têk bibin."   'Hêza jinên wekî Leylayê wê faşîzmê têk bibin'   Jina bi navê Seyidê Hene diyar kir ku divê li dijî faşîzmê hemû mirovên li cîhanê bibin yek û wiha got:"Em Leyla Guven û hevalên wê yên di zindanê de silav dikin. Leyla jineke mafdar e loma divê hemû jinên cihanê piştgiriyê bidin wê. Leyla di zindanê de li dijî faşîzmê li berxwe dide. Hêza jinên wekî Leylayê wê faşîzmê têk bibin."   'Têkoşîna Leylayê tekoşîna hemû jina ne'   Jina bi navê Corcêt Ebdilnûr jî nêrîna xwe wiha anî ziman:"Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Em heta dawî piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Leyla mînaka têkoşînek dîrokî ye. Em ê bi hêz û îradeya jinên wekî Leylayê faşîzmê têk bibin. Divê hemû kesên ku ji bo têkoşîna azadî û aştiyê di zindanên Tirkiyeyê tên girtin bên berdan. Gelê Kurd tu carî koletiyê qebûl nakin loma her dem bi zextên mezin rû bi rû dimînin. Ji bo rûmeta tevahî jinan em ê heta dawî piştgiriyê bidin Leylaya leheng. Têkoşîna Leylayê tekoşîna hemû jina ne."