Rojnameger nivîskar Seda: Li Tirkiyeyê pirsgirêka jinê tune ye mêr heye 2018-12-12 09:17:45   STENBOL - Nivîskar û rojnameger Seda Guler Kaya diyar kir ku pergala serdest a mêr ne tenê jinan meran jî binpê dike û ji bo newekhevî ji holê rabe divê mêr bibin xwedî hişmendî û wiha pê de çû: “Şîdet û kuştinên li hember jinan ne pirsgirêka jinê ye.Ev pisgirêka mêr e. Pirsgirêkên ku mêr diafirînin û pirsgirêkên ji mêrtiyê tên hene.”   Rojnameger nivîskar Seda Guler Kaya der barê malbat û rolên dayiktiyê de axivî û diyar kir ku rêxistinên jinan li Tirkiyeyê xebatên girîng dimeşînin lê di mijara piştevaniyê de hewldanek tune ye û wiha got: “Ji bo em zû pêş bikevin divê em hêza xwe bikin yek. Li Tirkiyeyê piştevaniyek wisa tune ye. Ji ber dewlet ji çanda rêxistinbûnê ditirse, çanda rêxistinbûnê jî tune ye. Rêxistinbûna xwe em di nav xwe de parçe dikin.”   ‘Ez ji ciwanan bi hêvî me’   Sedayê anî ziman ku beriya ku em piştevaniya jinê biaxivin divê ewil em girîngî û wateya wê bi rastî jî baş bizanin û ev tişt bi lêv kir: “Ger ev piştevanî pêk bê em dikarin xwe bigihînin hedefa xwe û riyên vê bibînin. Ez ji ciwanan bi hêvî me. Dê fikarên min bi saya ciwanên bihêvî ji holê rabin.”   ‘Ev pirsgirêka mêr e’   Sedayê balkişand ser pergala serdest a mêr û got ev pergal ne tenê jinan mêran jî mêtînger dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo newekhevî ji holê rabe divê mêr jî bibin xwedî hişmendî. Ji ber rizgariya jinan rizgariya mêran e. Pirsgirêkên ku divê bi hev re bên çareserkirin hene. Şîdet û kuştinên jinan ne pisgirêka jina ye, ev pirsgirêka mêran e.Pirsgirêkên mêr diafirînin û pirsgirêkên ji mêrtiyê tên hene. Divê em li ser van sedeman bisekinin. Divê sedemên vê bên lêkolînkirin.”