Bernamzeta HDP’ê:Jinan bi HDP'ê di nava siyasetê de cih girt 2018-12-12 09:07:11   Rojda Aydin   MÊRDÎN – Li Mêrdînê Rozerîn Îldenîz a ku  20 saliye ji bo bernamzetiyê serî lê da. Rozerîn, anî ziman ku HDP partiya jinan û gelan e û wiha anî ziman: “HDP ziman, hebûn û nasnameya me ye.  Jinan bi HDP’ê di nav xebatên siyasetê de cihê xwe girt. Lewra ez ji HDP'ê bûme bernamzet.”   Ji bo Hilbijartinên Heremî ku di 31’ê Adara 2019’an de dê bên kirin serlêdanên bernamzetiyê jî di 20’ê Mijdarê de dest pê kirin û heta 12’ê kanûnê dê berdewam bikin. Li Mêrdînê Rozerîn Îldenîz a ku  20 saliye ji bo bernamzetiyê serî li HDP’ê da. Rozerîn a ku serî li bernamzetiyê da ji ajansa me re axivî.   'Em ê  pirojeyên vebêjin'   Rozerîn a ku eslê xwe ji navçeya Qosera Mêrdînê ye û hîna xwendevan e ku heta niha di nav siyasetê de cih negirtiye ji HDP'ê ji bo encûmeniyê bûye bernamzed, diyar kir ku ew dixwaze di HDP’ê de fêrî hin tiştan bibe û wiha pêl da axaftina xwe: “Armancek min heye ku ew jî azadî û dawîlêanîna êrîşên li ser jinê ye. Ji ber ku dema mirov lê dinêre ji demên berê heta niha li dijî jinan êrîş, kuştin, komkujî gellek zêde tên kirin. Ji bo ku dawî li hemû van êrîşan bê ez bûme bernamzet û dixwazim bibim dengê jinê. Ji bo ku saziyên jinan ên bi destê qeyûmên hatin girtin ji nû de  bên vekirin divê em bi ser kevin. Ji bo ku em bi ser kevin em ê derî bi derî û kolan bi kolan bigerin û projeyên xwe ji gelê xwe re ragihînin. ”   ‘Em ê hemû daxwaziyên gel bi cih bînin’   Rozerîn, di dawiya axaftina xwe de got ku HDP partiya jinan û gelan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “HDP ziman, hebûn û nasnameya me ye. Jinan bi HDP'ê xwe dan ispatkirin û di nav siyasetê de cihên xwe girtin. Loma ez ji HDP2ê bûm bernamzed di HDP’ê de bûm bernamzet.”