Beniyên gûzan ên ji çêja wê mirov têr nabe 2018-12-12 09:03:08   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jina bi navê Necah Isamyîl bi çêkirina beniyên gûzan zivistanê pêşwazî dike û dibêje:"Ez bi çêkirina beniyên gûzan bi dilxweşî mijûl dibim. Çimkî keda destan her bi wate ye."   Çanda çêkirina beniyên gûzan ji dîrokê heta niha didome. Yek ji jinên ku vê çandê didomîne Necah Isamyîl a 40 salî û li Bajarê Hesekê dijî ye. Necahê dibêje:"Di berdewamiya çanda kevnar de jin her xwedî rolek girîng in. Niha bi çêkirina beniyên gûzan ez hem vê çanda kevnar didomînim hem jî vê tama xweş a beniyên gûzan nadim jibîrkirin."   'Em her sal beniyên gûzan çê dikin'   Necahê diyar kir ku ew ji xwişka xwe hînî çêkirina beniyên gûzan bûye û wiha got:"Em her sal beniyên gûzan çê dikin. Em ji bo zarok û mêvanên xwe çê dikin. Em ê dest bi çêkirina bastîqê jî bikin. Em gûzên xwe bi benî dadikin û piştre di nava şîreya gebûlê ya ku ji tirî çê dibe, dadikin. Em çend caran di nav şîreyê de dadikin. Beniyên gûza ji bo zivistanê gelekî baş e. Hem mirov pê têr dibe hem jî ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e. Di heman demê de bi çêkirina beniyên gûzan û bastiqê em çanda xwe jî nadin jibîrkirin."   'Di berdewamiya çanda kevnar de jin her xwedî rolek girîng in'   Necahê da zanîn ku keda destên mirovan bi nirx e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Sîstemên desthildatdar û dagirker her dem xwestine ku mirov ji çanda xwe dûr bikevin. Lê em bi keda destan nahêlin ku em ji çanda xwe dûr bikevin. Keda destên dapîr û bapîrên me pîroz in. Ez bi çêkirina beniyên gûzan bi dilxweşî mijûl dibim. Çimkî keda destan her bi wate ye. Di berdewamiya çanda kevnar de jin her xwedî rolek girîng in. Niha bi çêkirina beniyên gûza ez hem vê çanda kevnar didomînim hem jî vê tama xweş a beniyên gûzan nadim jibîrkirin. Em hêvî dikin ku em ê di bin siya aştî û azadiyê de çanda xwe her bidomînin."