Rihê Berxwedana Serdemê: Avesta, Serdem û Ferman 2018-12-12 09:01:27   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên ku bûn şahidê Berxwedana Serdemê û navê zarokên xwe kirin Avesta, Serdem û Ferman gotin:"Em ê her rihê Berxwedana Serdemê zindî bihêlin."   Jinên ku bûn şahidê Berxwedana Serdemê û ji serîlhildana li dijî zilm û zordestiyê feyz girtin navê zarokên xwe kirin Avesta, Serdem û Ferman. Jinên ku dixwazin bi navên Avesta, Serdem û Ferman, rihê Berxwedana Serdemê zindî bihêlin wiha gotin:"Li dijî êrîşên neyaran û dagirkeran têkoşînek dîrokî li Efrînê hat dayin. Em ê her şopdarên vê têkoşînê bin."   'Dema ku bombe bi ser me de dibariya ez ducanî bûm'   Jina bi navê Nisrîn Nasêr diyar kir ku ew bûye şahidê berxwedana serdemê û hovîtiya dagirkeran û wiha got:"Dema ku dewleta tirk a dagirker bi top û tankan êrişî Efrînê dikir û bombe bi ser me de dibariya, ez ducanî bûm. Zarok û jin herî zêde hedef dihatin girtin. Ji bo em sax bimînin em di jêrzemînan de dijiyan. Ez bûm şahidê berxwedana 58 rojî. Min ji têkoşîna jinên Kurd ên leheng feyz girt û min navê zaroka xwe kir Avesta. Çimkî Şehîd Avesta Xabûr li dijî neyaran û dagirkeran serî netewand. Dê zarokan min jî feyzê ji navê xwe bigire û li dijî neyar û dagirkeran serî netewîne."   'Em ê heta dawiya emrê xwe bi şehîdên xwe girêdayî bin'   Xedîce Mustefa ya ku navê zarokê xwe kiriye Ferman jî wiha got:"Şehîdên me yên ku ji bo axa xwe û gelê xwe canê xwe feda kirine em ji dil bi bîr tînin. Şehîd Ferman jî ji bo siberojek azad a gelê Kurd canê xwe feda kir. Ez ê bi hilgirtina navên şehîdan çîroka berxwedana serdemê her zindî bihêlim. Di rêya felsefeya Serok Apo û di rêya şehîdên ku ji bo axa xwe û azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine ez ê zarokên xwe mezin bikim û têkoşîna xwe bidomînim. Em ê heta dawiya emrê xwe bi şehîdên xwe girêdayî bin."   'Min ji berxwedana serdemê feyz girt û navê zaroka xwe kir Serdem'   Her wiha Lemiya Hisên a ku navê zaroka xwe kiriye Serdem wiha got:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi alîkariya hêzên navneteweyî bi hemû çekên giran êrîşî gelê Efrînê kir. Gelê Efrînê jî li dijî vê yekê bi rihê berxwedana serdemê li berxwe dan. Min ji berxwedana serdemê feyz girt û navê zaroka xwe kir Serdem. Em ê her rihê Berxwedana Serdemê zindî bihêlin. Li dijî êrîşên neyaran û dagirkeran têkoşînek dîrokî li Efrînê hat dayin. Em ê her şopdarên vê têkoşînê bin."