ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-12 09:00:00   *Jinên ku bûn şahidê Berxwedana Serdemê û ji serîlhildana li dijî zilm û zordestiyê feyz girtin navê zarokên xwe kirin Avesta, Serdem û Ferman. Jinên ku dixwazin bi navên Avesta, Serdem û Ferman, rihê Berxwedana Serdemê zindî bihêlin wiha gotin:"Li dijî êrîşên neyaran û dagirkeran têkoşînek dîrokî li Efrînê hat dayin. Em ê her şopdarên vê têkoşînê bin."   *Jina bi navê Necah Isamyîl bi çêkirina beniyên gûzan zivistanê pêşwazî dike û dibêje:"Ez bi çêkirina beniyên gûzan bi dilxweşî mijûl dibim. Çimkî keda destan her bi wate ye." DÎMEN HEYE   * Jina bi navê Mehewş Reşîd a ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin lê tevî hemû zehmetiyan dev ji xwendinê bernedaye û niha li warê rewşenbîran, li Bajarê Amûda Rojavayê Kurdistanê dijî got:"Ez evîndara zimanê xwe me. Her bi xwendinê min xwe pêş xist û daxwaza min ew e ku hemû ciwan bi xwendina bi zimanê dayikê xwe pêş bixin û bibin mînak."DÎMEN HEYE   *Li Mêrdînê Rozerîn Îldenîz a ku  20 saliye ji bo bernamzetiyê serî lê da. Rozerîn, anî ziman ku HDP partiya jinan û gelan e û wiha anî ziman: “HDP ziman, hebûn û nasnameya me ye.  Jinan bi HDP’ê di nav xebatên siyasetê de cihê xwe girt. Lewra ez ji HDP'ê bûme bernamzet.”   *Li Serhedê ji berê heta niha di demsala zivistanê de herî zêde şekirê ku bi guz findiq û fistiqan tê kelandin  li ber çayê tê bikaranîn. Şekirê ku bi hewlêdan û keda mezin tê çêkirin, li herême li ber çayê şêrînahiya ku nebe nabe ye. BI DÎMEN   *Zîlan a 7 salî ku 3 sal berê di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de gule li bedena wê ketibû û hîna jî di meşê de zehmetiyan dikşînin. Doktoran ji bo Zîlanê got ‘hestî ji ber birînê dihele’ û niha dermankirina fîzîkî dibîne, divê emelyata duyem jî bibe.DÎMEN HEYE   *Yildiz Elçîoglu diyar kir ku qeyûmê tayînî Şaredariya Hezexê bûye xizmetê ji gel re nake û wiha got: “Havînê derdekî cuda, zivistanê derdekî cuda. Şaredarî jixwe bê xwedî ye. Qeyûm îdia dike ku ava baranê tevlî avê bûye û av biriye.” DÎMEN HEYE   *Rose Polat Agum pirtûka bi navê ‘Bego’ derxist û di pirtûkê de şopa Komkujiya Dêrsîmê ya 1938’an cih digire. Rose tiştên ji bavê xwe Bego guhdar kiribû, di pirtûkê de bicih kir.DÎMEN HEYE   *Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku divê jin di 31’ê Adarê hilbijartinên herêmî de desthilatdariyê ceza bikin, şûnde bixînin û wiha got: “Em dixwazin ev bi 31’ê Adarê bibe roja dengê jinên li Kizilcakoy li dijî cendermeyan berxwe daye û roja kesên xwedî li qadên jiyanê derketiye.”DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Azîze Batmaz a di biçûkatiyê de li dijî makîneya dirûnê ya dayika xwe eleqeya wê çêbû her ku mezin bû ev veguhert pîşeyê û dirûnvaniya ku li malê da destpêkirin niha di dukana vekiriye de didomîne. Azîzeyê diyar kir ku tevî ku hevjînê wê piştgirî nedayê jî wê li berxwe daye û got divê bendewariya tu jinê ji mêr tune be.DÎMEN HEYE   *Nivîskar û rojnameger Seda Guler Kaya diyar kir ku pergala serdest a mêr ne tenê jinan meran jî binpê dike û ji bo newekhevî ji holê rabe divê mêr bibin xwedî hişmendî û wiha pê de çû: “Şîdet û kuştinên li hember jinan ne pirsgirêka jinê ye.Ev pisgirêka mêr e. Pirsgirêkên ku mêr diafirînin û pirsgirêkên ji mêrtiyê tên hene.”DÎMEN HEYE