Li Şehbayê pêşangeha wêneyên zarokan hat lidarxistin 2018-12-11 14:32:58   Lîlav Elî    ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi azadiya Rêber Apo em ê Efrînê rizgar bikin" bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn, li Kantona Şehbayê pêşangeha wêneyan a zarokan a bi navê "Pêşengeha Zarokên Efrînê" hat lidarxistin.    Bi dirûşma "Bi azadiya Rêber Apo em ê Efrînê rizgar bikin" bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn, li Kantona Şehbayê pêşangeha wêneyan a zarokan a bi navê "Pêşengeha Zarokên Efrînê" hat lidarxistin. Di pêşangehê de 500 wêneyên ku ji aliyê zarokan ve hatibû çêkirin hat pêşkeşkirin. Zarokên ku bi wêneyên xwe beşdarî pêşengehê bûn gotin:"Me rizgariya Efrînê xêz kir. Daxwaza me ya herî mezin vegera ji bo Efrînê ye."   Axîn Muhemed a 13 salî wiha got:"Ji bo em hestên xwe yên hezkirinê nîşanî Efrînê û Rêber Apo bidin em li vir in. Wêneyên ku hatine xêzkirin moralek mezin dide me."   Axînê herî dawî helbestek derbarê Efrînê de xwend.    Silavan Koçer a temenê wê 12 salî jî wiha got:"Rêber Apo û Efrîn ji bo me jiyan e. Ji bo ez hezkirina xwe ya derbarê Efrîn û Rêber Apo bidim nîşandan min wêne xêz kir. Ez dixwazim Efrîn rizgar bibe."   'Ez gelek ji Serok Apo hez dikim'   Zaroka bi navê Rêmîn Zêno ya  temenê wê 12 salî axivî û wiha got:"Ez gelek ji Serok Apo hez dikim, Rêber Apo her tim di dilê me de dijî. her wiha ez wek zarokek Efrînê ku ji axa xwe dûrketî  tevlî vê pêşengehê bûm û ji ber ku Rêber Apo di nav şer û mercên zehmet de pirtûkan dinivîsîne, min di wêneyê de pirtûk xêz kir û tê de gotinên Rêber Apo nivîsandin."   'Rêber Apo di dilê min de wekî kevokek azad e'   Zaroka bi navê Muhemed Şêx Dedo jî ya bi temenê 14 salî wiha got:"Ez pir kêfxweş im ji ber ku tevlî pêşengeha wêneyan ya li kampa serdemê bûm, her wiha di pêşengehê de her zarokek li gor hestên xwe wêne xêz kirine Ji ber ku Rêber Apo di dilê min weke kevokeke azad de min bi hest û destên xwe kevokek xêz kir."   'Min gulek kesk sor û zer xêz kir'   Zelox Elî jî wiha got:" Em bi darê zorê ji axa xwe hatin koçberkirin, bi darê zorê xwestin ku dibistanên ku em têde fêrî zanistê dibin talan bikin, lê îro em wek zarokên Efrînê li Kantona Şehbayê xeyalên xwe berdewam dikin û ji ber ku Rêber Apo û Efrînê weke gulekê ne min  guleke bi sê rengan xêz kir. Min gulek kesk sor û zer xêz kir. "   'Em jî wekî zarokan bextewar in'    Di heman demê de  Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Newroz Silêmen got:"Ji bo moralê zarokan û pêşketina wan me pêşengeha wêneyan li dar xist. Tevî zehmetiyên mezin me ev pêşengeh li dar xist. Em jî wekî zarokan bextewar in."