Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dêrikê dest pê kir 2018-12-11 13:59:48   DÊRIK-Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê îro li Dêrika Kantona Qamişloyê dest pe kir.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê belav dibe. Çalakiya greva birçîbûnê bi pêşengiya PYD û Kongreya Starê li Dêrika Kantona Qamişloyê dest pê kir. 154 kesî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji nav kesên ku dest bi çalakiya grevê kirin 100 jê jin in. Di nav kesên ku dest bi grevê kirin Ereb û Suryan jî hene. Konê greva birçîbûnê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirin a ji bo têkoşerên azadiyê Endama Rêveberiya Koordinasyona Rojavayê Kurdistanê Hediye Şemo dest bi axaftinê kir. Hediyeyê diyar kir ku ew têkoşîna zindanan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav dikin û got ku heta ku Abdullah Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê dê 2 rojî bidome. Çalakiya grevê dê bi daxuyaniyê bê dawîkirin.