Meclisa Jinan a HDP'ê: Hûn nikarin me bi zilmê bêdeng bikin! 2018-12-11 11:39:30   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê êrîşa polîsan a li dijî jinên ji bo piştgiriyê bidn çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketin greva birçîbûnê şermezar kir. Di meclisê de hat gotin ku ev bêhiqûqiya li dijî çalakiya jinan, heqîqeta ku  Leyla Guven a 34 roja e di greva birçîbûnê de hêzê jê digire carekedin li ber çavan radixe."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê êrîşa polîsan a li dijî jinên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva  birçîbûnê ya Leyla Guven a 34 roj e berdewam dike ku li Wan, Amed û Êlihê ketibûn greva birçîbûnê de daxuyaniyek nivîskî da.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatiye li darxistin û hat gotin ku di nav wan de Dayikên Aştiyê jî hene gelek jin di encma serdegtina avahiyên HDP'ê ku çalakî li wan di hat lidarxistin de hatine binçavkirin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev bêhqûqiya li dijî daxwaza aştiyane ya jinan ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Gunven carekedin heqîqeta ku Leyla Guven a ev 34 roj  e di gerevê de ye hêza xwe jê digire li ber çavan radixe. Di daxuyaniyê de hat diayarkirin ku bi Abdullah Ocalan re ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve hevdîtin nehatiye kirin û hevdîtina wî ya bi parêzer û bi malabta wî re bi awayê kêfî hatiye astengkirin.    Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:    "Astengiya li hemberî demokratîkbûnê û çareseriyê tecrîd e. Heta ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe, ev bêhiqûqî bi her awayî neyê teşîrkirin mirov nikare li ser vê erdnîgariyê bahsa aştî û wekheviyê bike.  Em wekî jin û gelên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê tu carî serî natewînin û ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin.   Bila hevrêyên me yên jin, dayikên aştiyê demildest serbest bên berdan.   Qîrîna Leyla Guven ya ji girtîgehê li dijî tecrîdê bilind dibe, qîrîna jinan e!   Berxwedana jinan wê polîtîkayên tecrîdê têk bibe"