Li Wanê grev ji aliyê koma duyem ve dewr hat girtin 2018-12-11 10:47:07   WAN -Li Girtîgehên Tîpa T û F yên Ewlehiya Bilind ên Wanê koma duyemîn a ji 30 girtiyên siyasî pek tê, li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ketin greva birçîbûnê.    Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di 27'ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK'ê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-kiribûn. Bi heman armancê Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî 34 rojin didome. Li Girtîgehên Tipa T û F ên Ewlehiya Bilind ên Wanê jî 30 girtiyên siyasî koma duyemîn dewir girtin. 30 girtiyên ku 5 roj berê çalakî dewir girtin diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyên xwe berdewam kirin.