Jin li dijî hemû êrîşan têdikoşin 2018-12-11 09:23:06   Safiye Alagaş   STENBOL - ‘Xelatên Lêkolînê yên Şîrîn Tekelî’ îsal yekem car hatin dayin. Dîrektora Su Gender Ayşe Gul Altinay sedema xelatdayînan vegot û diyar kir ku îro jin li dijî hemû êrîşan wek Şîrînê bi cesare têdikoşin û wiha got: “Wek Şîrîn Tekelî ku di demên zehmet de têkoşîn da, em dikarin çawa jiyanê xweşik bikin? Em bi vê pirsê riya xwe berdewam dikin.”   Doç Dr. Şîrîn Tekelî ku di mijara jinê û tevgera jinan a li Tirkiyeyê de lêkolîn dikir, di hezîrana 2017’an de di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Navenda Xebatên Jinan û Zayenda Civakî ya Zanîngeha Sabanci (Su Gender) piştî mirina Şîrînê ‘Xelatên Lêkolînê ya Şîrîn Tekelî’ da. Îsal cara yekm hat dayîn. Şîrînê li Parîsê piştî hiqûq û Fransî, li Sîwsreyê li Zanîngeha Lozanê perwerdeya zanista siyasetê dît. Di navbera 1968-1981’ê de li Zanîngeha Stnbolê li Fakulteya Îktîsadê hîndekarî kir. Piştî 12’ê îlonê bi avabûna YOK’ê re ji zanîgehê îstîfa kir. Şîrînê di 1980’ê de cihê jinan a di qada cemawerî ya li Tirkiyeyê lêkolîn kir û teza doçentiyê ya bi navê ‘Jin û Jiyana Civakî-Siyasî’ amade kir. Piştre ji weşanên Bîrîk wek pirtûk hat çapkirin. Di 1984’an de ‘Kampanya daxwaznameyan a guherîna Qanûna Medenî’, di 1987’an de ‘Meşa protestoya li dijî lêdanê’ û ‘Şahiya Kariyerê’ û gelek bernameyên din pêşengiya wê kir.   Şîrînê xebatên avakirina Weqfa Navenda Zanîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan da destpêkirin. Di 1997’an de di avakirina Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (KADER), Mor Çati, Koperatîfa Anakultur û Wînpeace- Hewldana aştiyê ya Jinên Yewnan-Trik de cih girt. Di 1996’an de Xelata Palmiya Akademîk a Wezareta Çanda Fransayê ji bo wê hat dayîn.  Di 73 salan de 25 pirtûk nivîsî.   Dîrektora Su Gender, Astropolog Ayşe Gul Altinay Xelatên Lêkolîna Şîrîn Tekelî vegot û diyar kir ku Şîrîn ji bo jinan jinek zana bûye û wiha got: “Ji bo jin xwe pêş bixin gelek tişt afirand û sazî vekir. Her jin hembêz dikir û femînîzma wê her tim bandor li ser min kir. Her kes wekhev didît. Şîrînê piştî ji zanîngehê îstîfa kir, xebatên zanista civakî û lêkolîna akademîk meşand. Di vî alî de jî mîrateyek wê ya girîng heye. Tu car xwe wek model nedît. Em tu kes neçarî ku wek kesek din bibin nîne. Em her yek xwedî taybetiyên cuda ne. Li gorî min mîrateya herî baş ya ji me re hiştiye jî ev e ku em her yek li gorî xwe cuda ne. Piştî Şîrînê jiyana xwe ji dest da me biryar da ku em xelatên wê bidin. Di 1980’ê de dest bi xebat û lêkolînên femînîst kiribû. Wê demê di van mijarana de li zanîngehan ders tune bûn. Navend tune bûn. Niha li zanîngehan xebatên gelek baş hene.”