Çalakiya konê greva birçîbûnê di roja duyem de dewam dike 2018-12-06 17:22:49   QAMIŞLO - Bi dirûşma" Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi alîkariya kongreya star, li taxa xerbî ya girêdayî Bajarê Qamişloyê çalakiya konê grêva birçîbûnê di roja xwe ya duyem de berdewam dike .   Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya parlementera HDP'ê Leyla Guven ya ku ji 7'ê mijdarê ketiye girava birçîbûnê çalakiya konê greva birçîbûnê dest pê kiribû û di roja xwe ya duyem de berdewam dike. Bi tevlîbûna hemû saziyên civaka demokratîk û bi serdena gel çalakî didome.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtin despêkirin, paşê li ser navê meclisa gundê gurbawî yê girêdayî Bajarê Qamjşlo Nûr Abd Al-hekîm û li ser navê kongireya star ya gundê gurbawî Xedîce Mecîd axivîn û tecrîda li ser Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgirtiya parlementera HDP'ê Leyla Guven dikin, her wiha soz dan ku heta dawiyê wê çalakiyên xwe berdewam bikin ji bo ku Abdullah Ocalan rizgar bikin û bi wî re azad bijîn.   Her wiha çalakiya konê grêva birçîbûnê wê bi sinivizyon û daxuyaniyê bi dawî bibe.