Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê greva birçîbûnê bi dawî kirin 2018-12-06 17:22:12   MÊRDÎN – Parlementerên Mêrdînê yên HDP'ê ku ji bo  piştgiriya çalakiya Leyla Guven û 10 çalakgerên ku li Mêrsînê hatibûn binçavkirin li avahiya xwe ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin bi daxûyaniyeke  ji çapemeniyê re dan bi dawî kirin.   Hevseroka  Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 29 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Parlementerên Mêrdînê yên HDP'ê  bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven û 10 çalakgerên ku li Mêrsînê hatibûn binçavkirin li avahiya xwe ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin îro bi daxûyaniyeke ku  ji çapemeniyê re dan çalakiya xwe bi dawî kirin.   ‘Ev ji bo me destpêk e’   Di serî de parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî. Ebru, anî ziman ku ew sê roj in ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven bikin dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha berdewam kir: “Em îro çalakiya xwe li vir bi dawî dikin. Em ê li her derê deng bidin dengê Leyla Guven. Leyla Guven ji bo xwe ev çalakî pêk neaniye, wê ji bo  tecrîda ku li girtîgeha Îmraliyê giran bûye rabibe dest bi vî çalakiyê kiriye. Ev xwestek ji bo erdnîgarî, demokrasî, pêşerojê û ji bo azadiyê ye. Em jî wek Leyla Guven ji bo tecrîd bê rakirin û ji bo Birêz Ocalan bê azadkirin, ji bo pêşeroja azadiyê û  edaletê  em ê li her derê berxwedana xwe berdewam bikin. Ev ji bo me destpêk e. Em ê ji vê rojê şûnde jî deng bidin denge Leyla Guven. Em spasiya xwe ji we hemûyan re dikin.”   Piştî Ebru, Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî bi lêv kir ku ev bitenê greva birçîbûnê ya sê rojan bû û wiha pêl da axaftina xwe: “Sedema greva me ya birçîbûnê ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.”