Li Qamişloyê semînera li dijî tundiyê hat lidarxistin 2018-12-06 15:55:43   QAMIŞLO - Partiya Sûriyeya Pêşeroj ji bo derbarê tundiya li dijî jinê li Qamişloyê semîner li dar xist.   Partiya Sûriyeya Pêşeroj ji bo derbarê tundiya li dijî jinê li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi dirûşma "Ber bi pêşerojeke bê tundî ve" semîner li dar xist. Endamên hemû saziyan û gelek jin beşdarî semînerê bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê şûnde dîwan hat hilbijartin. Dîwan ji çar jinan pêk hat. Ji aliyê helbestkar Meryem Temir û Enahîta Sîno helbest hatin xwendin.    Di semînerê de hat diyarkirin ku tundiya li ser jinê tundiya li ser hemû civakan e loma divê dawî li tundiya li ser jinê bê.    Her wiha semîner bi çalakiya wêneyên jinan ên bi tundiyê rû bi rû mane ku ji aliyê Emel Etar, Cela Hemzawî Zehra Bedewî û Semira Hesen ve hatibûn xêzkirin bi dawî bû.