Roja 29'emîn a serîhildanê: Leyla Guven 5 kilo da 2018-12-06 13:54:51   AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 29'an. Hat hînbûn ku Leylayê 5 kîlo daye.    Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 29'an. Hat hînbûn ku Leylayê 5 kîlo daye.    Parêzer Reyhan Yalçindag îro çû serdana Leyla Guven a ku di Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Amedê de ye. Reyhanê diyar kir ku ji roja ku Leyla ketiye greva birçîbûnê û heta niha 5 kîlo daye.    Leylayê peyam ji girtîghê şand û diyar kir ku piştevaniya gel ji bo wê dibe moral. Çalakiya ku Leylayê li dijî tecrîdê da destpêkirin pêl bi pêl li Ewropa, Kurdistana Federe, Li Rojava û Sûriyeyê, Tirkiyeyê û li girtîgehan belav bû.