HDP'ê serlêdana bernamzediyê dirêj kir 2018-12-06 13:13:48   ENQERE - Rêxistina HDP'ê serlêdana bernamzedan a ji bo hevşaredar û endamên meclîsan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serlêdana bernamzedan a ji bo hevşaredar û endamên meclîsan yên hilbijartina 31'ê Adarê heta 12'ê Kanûnê dirêj kir. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) di civîna xwe ya îro de diyar kir ku wan pêvajoya serledanê ku herî dawî 5'ê kanûnê diyar kiribûn dirêj kirin. Hat zanîn ku MYK'ê ya HDP'ê dîroka serlêdanê heta 12'ê Kanûnê saet 17.00’an dirêj kiriye.