Nuran Îmîr: Li hemberî hêza gel tu dewlet nikare xwe rabigire 2018-12-06 11:47:34   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku tecrîda ji sala 1999'an ve berdewam dike dewlet ber bi kaos û îflasê ve biriye,  divê ku her kes li dora çalakiya Leyla Guven bibe xelek û wiha got: "Li hemberî hêza gel tu dewlet nikare xw rabigire."   Piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkrin re roj bi roj berfireh dibe. Parlamenterên Şirnex jî ji bo ku pitgiryê bidin çalakiyê bi dirûşma "Leyla Guven gel e, divê ku tecrîd bi dawî bibe" ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin, parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr a ku tevli çalakiyê bû bal kişand ser zextên li ser HDP'ê û wiha got:  "Bi van polîtîkayên xwe nikarin berxwedana me bi dawî bikin."     'Gelê kurd bi salane bi van polîtîkayan re rûbirû dimîne'   Nuran anî ziman ku gelê kurd bi salan e bi polîtîkayên  tecrîd, asîmîlasyon û zilmê re ji aliyê delwletê ve rûbirû hatiye hiştin û wiha berdewam kir: "Wekî ku hûn dizanin birêz Oclaan ji sala 1999'an de li Îmraliyê rehîn hatiye girtin û li dijî wî tecrîd di nava tecrîdê de tê kirin. Di kesayeta birêz Oclana de gelên ku baweriya xwe bi aştiyê û demokrasiyê tînin jî tên tecîrîdkirin."   'Tehemûla wan ji cenazeyê krudan re jî tune ye'   Nuran diyar kir ku gelê kurd bi êrîşan re rûbirû ye û bi van êrîşên ku tên kirin re nasnameya kurdan hedef hatiye girtin. Nuran bal kişand ser hedfgirtina gorên zarokên kurdna jî wiha berdewam kir: "Kurdên li jiyanê li aliyekî bihêlin tehemûla wan ji kurdên mirî re jî nemaye. Tehmûla wan li heberî çand, paşeroj û miriyên krudan jî nemaye.  Ev bi salan e ku em bi rêveberiyek bi vê rengî re rûbirû ne."   'Divê em li dora dengê Leyla Guven bibin xelek'   Nuran diyar kir ku divê li dora çalakiya greva birçîbûn ku ji aliyê Leyla Guvn li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan daye destpêkirin bibin xelek û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Leyla Guven parlamentereke ku bi salan ji bo mafê gelê krud û ji bo azadiya jinê li ber xwe daye ye. Leyla ji ber vê berxwedana xwe parlamentereke girîng e û îradeya gel e.  Divê ku em li dora çalakiya daye destpêkirin bibin xelek."