‘Divê em li dijî şîdeta mêr têbikoşin’ 2018-12-06 09:04:12   Kevser Ozkaynak   STENBOL - Ji Parastina Jinê Fulya Dagli diyar kir ku dewlet hewl dide qanûna hejmara 6284 a jinan li dijî şîdetê diparêze rake û şîdetê rewa bike. Fulyayê wiha got: “Divê em têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê û bi taybet a li dijî şîdeta dewletê mezin bikin.”   Qanûna hejmara 6584 ku jinan li dijî şîdetê diparêze ji aliyê desthilatdarî û çapemeniya alîgir ve hedef hatiye girtin. Ji Parasina Jinê Fulya Dagli cureyên şîdetê, tiştên divê bên kirin û girîngiya 6284 vegot.   Şîdeta fîzîkî û derûnî   Fulyayê bi lêv kir ku şîdet ne tenê mudaxala fîzîkî ye û wiha got: “Bi giştî pêkanîna şîdeta mêr ji bo jinê bikin bin kontrolê û ceza bikin pêk tê. Vegotina şîdeta fîzîkî hêsantir e lê ya derûnî zehmet e. Em dikarin heqeret, biçûkxistin, qêrînê ji tundiya psîkolojîk re mînak bidin.”   Şîdeta zayendî   Fulyayê balkişand ser şîdeta zayendî û got tacîz û tecawiz di şîdeta zayendî de tê hişê mirovan û got her tiştên ku daxwaz tê de tune be tevlî vê cureyê şîdetê ye.   Şîdeta aborî   Fulyayê wiha got: “Cureyek din a şîdetê jî ya aborî ye. Keda jinan ji aliyê mêrên li heman malê pê re dijî tê binpêkirin. Li cihên ku jin bi pere dixebitin jî ji aliyê patronan ve tên binpêkirin. Bi krîza aborî re jî keda jinê zêdetir tê binpêkirin. Bi zor xebitandina jinê jî di vê cureyê şîdetê de ye. Kontrolkirina ku jinekê çiqas pere li ku xerc kiriye, nedayîna pereyan û astengkirina perwerdyê jî tevlî vê ye.”   Şîdeta flortê   Fulyayê got şîdeta flortê jî di roja îro de pir pêk tê û wiha got: “Partner hewl didin jinan bi awayekî bikin bin kontrolê. Ev rewş dikare di alî derûnî û zayendî de pêk bên. 4 astên şîdetê hene. Asta ewil alozî tên jiyîn, ya duyem şîdet tê jiyîn. Ya sêyem lêborîn tê xwestin a çaremîn jî weke ku qet şîdet nehatiye jiyîn tev digerin, hewl didin li hev bên. Ger raste rast şîdetek hebe divê ji derdorê alîkarî bê xwestin û mudaxale bê kirin. Pêkan be divê mirov mexduran berê wan bidin alî hiqûqî û torên piştevaniyê. Jin dikarin serî li qerekol, dozgerî, qeymeqamtî, walîtî û wezareta polîtîkayên civakî û malbatî bidin. Dikarin li 155 bigerin û gilî bikin.”