ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-06 09:00:00   *Ji berê û heya niha li Kurdîstanê jinan bi karên destan berhemên herî xweşik derxistine holê û bi vî awayî çanda kurd parastine.  Hacer Engîn ji zarokatiya xwe heta niha bi çêkirina karên destan mijûl e. Hacerê anî ziman ku  ji bo ev çand wenda nebe ew ê heta dawiya temên xwe bi berdewamkirina vê çandê mijûl be. BI DÎMEN   * Kedkera perwerdeyê ya bi KHK’ê hat îxrackirin Ebru Dînçer, diyar kir ku şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêkanînên ku desthilatdariyê erê dike pêk tîne û wiha got: “Ewil qertên me yên veguhestinê betal kirin. Em ji namzetên şaredariyê re dixwazin derbarê hemû kedkarên hatine îxrackirin de xebatan bimeşînin.”BI DÎMEN   *Ji Parastina Jinê Fulya Dagli diyar kir ku dewlet hewl dide qanûna hejmara 6284 a jinan li dijî şîdetê diparêze rake û şîdetê rewa bike. Fulyayê wiha got: “Divê em têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê û bi taybet a li dijî şîdeta dewletê mezin bikin.” BI DÎMEN   *Greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin di roja 29’emîn de berdewam dike. Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay der barê berxwedana Leylayê de axivî û got çalakiya ku Leylayê daye destpêkirin berxwedanek dîrokî ye û dîroka berxwedanê ji nû ve dinivîse.BI DÎMEN   *Jinên Kizilcakoylu bertek nîjanî çêkirina JES ya ji aliyê şîrketa Gurîş ve li navçeya Efeler, dan û diyar kirin ku bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne û gotin wan zarokên xwe ji bo GURÎŞ neanîne dinê.BI DÎMEN   *Di derbarê girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK'ê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ayhan Mûrad got:"Girtina partiyên me yên li Başûrê Kurdistan rê li pêşiya yekîtiya kurdan digire. Ev jî xizmeta dijmin dike. Divê em destûrê nedin ku kesek nikaribe ku gelê Kurd parçe bike û biçewisîne."BI DÎMEN   *Hevseroka Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya gel Hemdiya Hisên diyar kir ku paqijî parastina mirovan ji nexweşiyan dike, mirov aram dike û wiha got:"Paqijî çanda Newtewa-Demokratîk e. Divê em hemû kes di warê paqijiyê de hewl bidin." BI DÎMEN