Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Benazir Coşkun hat girtin 2018-12-06 09:00:12   STENBOL - Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Endama Partiya Şoreşger Benazir Coşkun hat girtin.    Bi daxwaza dozgeriya Stenbolê Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Endama Partiya Şoreşger Benazir Coşkun hatibû binçavkirin. Benazira ku li Dadgeha Stenbolê ya Çaglayanê derketibû pêşberî dozger hat girtin.