Ji Hewlêrê heta Ewropayê greva birçîbûnê belav dibe 2018-12-05 16:36:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalya, Hollanda û Elmanyayê, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dewam dikin.   Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Piştî ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir, ev çalakî li Ewropayê jî belav bû.   Roma   Li paytexta Îtalya Romayê, koma ji 25 kesî ya li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê, li Pîazza Dell Popolo daxuyanî da çapemeniyê.   Di çalakiyê de ku 3 saetan dewam kir, belavok hatin belav kirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.   Den Haag   Greva birçîbûnê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê, 5 roj in dewam dike. Koma duyemîn çalakî dewr girt.   Hevserokê DEMNED'ê Engîn Yûrtsever got, "Heta ku tecrîd bê şiandin, em ê çalakiyên xwe bidomînin."   Hîldesheîm   Greva birçîbûnê ya li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê di roja sêyemîn de ye.   Greva birçîbûnê bi dirûşma "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan welatiyên Kurd e, vê qîrînê bibihîzin" li avahiya Dîe Lînke (Partiya Çep) pêk tê.   Çalakgeran li ser mijarê bang li raya giştî ya cîhanê kirin.   Hewlêr   Ji aliyê nûnertiya HDP'ê ya Kurdistana Federe li Hewlêrê greva birçîbûnê ya ku dest pê kiribû ket roja 15'an. Çalakî îro ji aliyê koma 8'emîn dewir hat girtin. Gelek rêxistin û partiyên başûr jî alîkariyê didin çalakiyê.    Hevnûnerê HDP'ê yê Herêma Kurdistanê Abid Îke got ku heta tecrîd bê rakirin û parlamenterên HDP'ê serbest bên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin.