Li Bajarê Qamîşloyê Konê Greva Birçîbûnê hat vedan 2018-12-05 14:27:14   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn"  PYD'ê û bi alîkariya Kongreya Star, li Taxa Xerbî ya Bajarê Qamişloyê çalakiya konê gireva birçîbûnê hat vedan.   Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û piştgiriya çalakiya parlamentera HDP'ê Leyla Guven bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn"  PYD'ê û bi alîkariya Kongreya Star, li Taxa Xerbî ya Bajarê Qamişloyê çalakiya konê gireva birçîbûnê hat vedan.   Konê Çalakiya Grêva Birçîbûnê li ber stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê ya Taxa Xerbiyê hat vedan. Her wiha bi tevlîbûna hemû saziyên civaka demokratîk ev çalakî tê li darxistin. Çalakî bi deqeyekê rêzgirtin hat destpêkirin. Di çalakiyê de Rêveberiya Kongreya Star a Rojava Daliya Henan axivî û wiha got:"Em weke gelê Rojava Tecrîda li ser Rêber Apo şermezer dikin. Em jî weke Gelê Qamişloyê ji bo xwedî li derketina li  Rêber Apo û çalakiya Leyla Guven em  vê çalakiyê li dar dixin."   Dê çalakiya ji bo greva birçîbûnê ya li Qamişloyê heta 6'ê Mijdarê bidome. Piştre dê çalakiyên greva birçîbûnê li bajarên herêma Cizîrê bidomin.