Greva birçîbûnê li Mêrdînê di roja duyem de berdewam dike 2018-12-05 13:45:21   MÊRDÎN - Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê ku li avahiya HDP’ê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin di roja duyem de çalakiya xwe bi serdanan berdewam dikin.   Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 28 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk ji bo piştevaniyê bidin Leyla Guven duh li avahiya HDP’ê greva birçîbûnê dabûn dest pê kirin û greva wan a birçîbûnê di roja duyem de berdewam dike. Heyet ji navçeyên Nisêbîn, Mîdyad û Kerboranê hatin û parlementerên ku ketine greva birçîbûnê ziyaret kirin. Heyetên ku tên bi parlementeran re yek bi yek sohbetê dikin.     Bi awayekî kêyfî derbarê heyetê de girtename hat girtin   Ji aliyekî dinê ve jî li ber avahiya HDP’ê jî komên TEM û polîs disekinin. Heyeta ku ji Mîdyadê hat li têketina Mêrdînê  nêzî saetekê hat sekinandin. Heyet dema ji Mîdyatê derdikeve rê ji aliyê polîsan ve wêneyên wan tên kişandin, bi hinceta di derbarê wan de “îxbar heye”  li ber Fermandariya Hêzên Çevîk ên Midûriyeta Emniyeta navendê hatin sekinandin. Kesên ku di heyetê de hene di GBT’ê de derbas kirin, erebeyên wan hat kontrolkirin. Di derbarên HDP’yîyan de girtename hat girtin. Heyeta ku nêzî saetekê hat sekinandin piştre destûr hat dayin ku derbas bibe. Heyet piştre hat serdana parlamenterên ku ketine gireva birçîbûnê.